Dünya

Roja Serhildan û Berxwedané ya Neteweya Kurd

NEWROZ PİROZ BE!

Newroz roja véxistina agiré serhildané ye, agiré ku bi réveberiya Kawayé Şoreşger, gelé Kurd li hemberî împaratoriya Asûrî ya koledar û Dehaq’é zalim véxistîbû û îro jî seba neteweya Kurd çavkaniyeké îlhamé ye. Ligel ku Newroz tê wateya roja nûhû û ku gelên Rojhilata Navîn vê rojê weke mizginiya biharê pîroz dikin, seba Kurdan wateyekê vê rojê kûr û dîrokî heye. Jibo Kurdan Newroz roja serhildan, berxwedan, û biserketiné ye. Kurd, ku bi salan e bi hewlén neyaran én tunnekirin û înkarkiriné re rûbîrû ne, îro jî Newroz’é, roja ku taca serfiraziyê dide ser berxwedanê, bi çoş û heyecana beré pîroz dike.

Bi peymana Lozan’é ve, axén Kurdan di navbera Tirkiye, Iraq, Îran, û Sûriye’yé de hatin çar parçekirin. Dewleta faşîst a Tirkiye, ku weké berdewamiya dewleta Osmanî hate damezrandin, ji vé rojé vir ve ye ku dev ji polîtîkayén tunnekirin û pişaftiné bernedane. Neteweya Kurd, ku hebûna wé té înkarkirin û serdestén dewleta Tirk bi her cûre zulm û zordariyé re dixwazin wé bikin Tirk, xwe radest nake û ala berxwedané her bilindtir dike.

Hikûmata AKP’yé, serdestén îroyîn én dewleta Tirk, dixwazin neteweya Kurd û hemû mevzîyén ku wana bi ewqas xwîn û can bidestxistine, dixwaze dorpéç bike û ji desté wan werbigire. Pélén binçavkirinén ku piştî hilbijartinén Pûşber’a 2011an destpékirîbûn hé jî berdewam in û her berfirehtir dibin – ewqas ku ew pél hemû beşén cîvaké ku, Kurd bin mebin, diwerîn dijberiya hikûmata îroyîn bikin dixe nava xwe. Operasonén ku di bin navé operasyona dij KCK’yé de berdewam in hemû endam û réveberén BDP’yé û herwiha şoreşgeran û kes, réxistin, û komeleyén péşwerû yén ku bi BDP’yé re kém û zéde di tékiliyé de ne ji xwe re wek hedef dihesîbîne. Hetta niha parlementeran, serokén şaredariyan, endamén meclîsén şaredariyan, hiqûqnasan, rojnamevanan, sendîkavanan, nivîskar û akademisyenan, ku beşén herî jîndar û dînamîkén civaké pék tînin, bûne maxdûrén wan operasyonan. Li ser de jî hikûmata AKP’yé zulma ku piştî erdheja Wan’é gel pé re rûbirû ma seba gelé herémé rewa dibîne, gerîllayan bi çekén kîmyevî tevdikûje, operasyonén leşkerî bi zivistané jî berdewam dike, ku bi komkûjiya Roboskî encam da, û piştre jî héstîrén tîmsahé dirijîne.

Bi gotineké kurt, zordarî, zulim, û qatlîmén dijî neteweya Kurd her berdewam in. Lé ligel wan zulim û zordariyan, gelé Kurd, wek her sal, îsal jî dé bi wérekî derkeve qad û kolanan û kevneşopiya xwe ya Newroz’é bi pîrozbahiyan hilke û berxwedana xwe her xurttir bike. Di dawîya dawîn de gelé Kurd dé istûya xwe xwar meke û dewleta Tirk dé li ber berxwedana gelé Kurd li ser çogén xwe bikeve.

Em, Konfederasyona Karkarén ji Tirkiye li Ewropa, wek her dem, dé îsal jî li hemberî zulim û zordariyan ligel gelé Kurd di qadan de bibin. Em Newroz’é, roja serhildan a neteweya Kurd a jibo bidestxistina maf û daxwazén xwe yén meşrû, bi coş, bîryarî, û giyaneké berxweder silav dikin û çejna serfiraziya neteweya Kurd pîroz dikin.

HER BIJÎ NEWROZ, ROJA SERHILDANA NETEWEYA KURD!

BIJÎ BIRATİYA GELAN!

ATİK (Avrupa Türkiyeli İşçiler Konfederasyonu)

 

 

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu