Güncel

Asimilasyon Kıskacında; Diller ve Kültürler(1)

H. Merkezi: Azınlık ve milliyetler konusunda oldukça zengin olan ülkemizde tüm bu zenginlikler aynı zamanda bir o kadar da baskı altına alınarak; yok sayılıyor, hor görülüyor, asimilasyon politikalarına maruz bırakılıyor. Biz de Özgür Gelecek olarak bu konuda okurlarımız için bir dosya çalışmasına başladık. Destek ve önerilerinizi bekliyoruz.

ÇÎROKÊ ÇİRVANOKÊ…

Çîrok, Kürt edebiyatının bugünlere taşınması ve varlığını sürdürmesi açısından önemli bir yerde durmaktadır. Sözlü Kürt edebiyatının bir parçası olan çîrok; Türkçe’de masal ve hikâye anlamına gelmektedir. Ama masala daha yakındır. Kürtçe’de çîrok diyebileceğimiz, bu zengin anlatı türü, sözlü Kürt edebiyatında oldukça büyük bir yere sahiptir. Hemen her Kürt çocuğu, yörelere göre farklılık gösterse de annelerinden, ninelerinden yaşamları boyunca çîrok dinlemiş, çîroklarla büyümüştür.

Dediğimiz gibi sözlü edebiyatı temsil eden çîrok; bugün Kürt edebiyatının gelişmesine önemli bir katkı sunmaktadır. Tarih boyunca katliamlara, saldırılara, baskılara vd. maruz kalan Kürt ulusunun yazılı edebiyatı gelişmemesine rağmen kültürün ve dilin yok olmaması, sürdürülmesi anlamında oldukça önemli bir yere sahip olan çîrokun tarihi milattan önceye dayanmaktadır. Kürt edebiyatında önemli bir çîrok olan Sîyabend û Xecê ölümsüz bir aşkın ifadesidir.

Romeo ile Juliet, Leyla ile Mecnun, Mem û Zîn gibi Siyabend û Xecê çîroku da ölümsüz bir aşkın simgesidir ve Kürt halkı için önemli bir yeri temsil etmektedir.

Biz de Sîyabend û Xecê çîrokunun Kürtçesini yazdık.

SÎYABEND Û XECÊ

Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî. Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê keta hiş û aqil ji serê wî diçû. Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.

Dilê Xecê jî ketibû Siyabend. Bavê Xecê Kurdekî dewlemend bû. Wî dizanibû, ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekî pir bistîne. Mirov ji mêranî, mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku qala qelen dibû, Xec digiriya. Siyabend li ber dilê wê dida û nedihişt ku ew bigirî. Wî digot,”bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindiyê be, dixwaze bila bi xirabiyê be; hetta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim, destê min ji Xecê nabe”.

Rojekê qîz, bûk û xortên êla Zîlan top bûn û çûn bindarûkê. Paşî, Siyabend û Xecê jî çûn. Gava ku Siyabend û Xeca zer tên wê derê, hemû ecêbmayî dimînin, devê wan xwar dibe û li wan dinêrin. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort civîyabûn, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.

siyabenndGelek kurên axayan, began û dewletiyan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin. Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend, Xec revand bir ser çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Pir bextewar bûn, ku miradê wan bi hev bûbû. Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew re çû. Dema ku Siyabend di xewa şêrîn de bû û Xec bi porê wî şa dibû; bi carekê de dengek hat.

Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de gakûviyek direve û sê gakûviyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew gakûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin ser. Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser sûretê Siyabend. Siyabend, ji xewê bazda ser xwe. Wî bala xwedayê, ku Xec digirî, pirs kir:

– Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê ahd û qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be; me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te…

Xecê got:

– Pî.. Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.

Siyabend: – Ku wisan e, tu çima digirî? Gavek berê gakûviyekî, gakûviyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser.

Ew gakûvî mêrxasekî mîna te bû. Ji şabûnê û ji eşqa dil giriyê min hat.

Siyabend: – Ka, bi kîjan alî ve çûn?

Xecê destê xwe dirêj kir û got:

– A bi vî aliyê han de çûn.

Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û got:

– Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan gakûvî werin di cem min re derbas bin. Siyabend li pey gakûviyan ket û çû. Nêzîkî gakûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir, ku lêxe; gakûvî xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Struyê xwe li Siyabend xist û ew avêt bin gelî. Xecê pa ne pa, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi serê wî de hatiye. Xec, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, Siyabend tunebû. Xec gelekî geriya şunde, hat binê gelî.

Çawan ku gihaşt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser Siyabend, ku çi bibîne! Darek di pişta wî re çûye û di sîngê re kiriye der. Xecê li ser derd û kulan re got: Serê çiyayê sîpanê xelatê bi mij e Binê çiyayê sîpanê xelatê bi mij e. Kê dîtiye, kê bînaye, Ku nêçir, nêçirvan bikuje.

Gakûviyo, te strudirêjo weke bejna mino, Çawan te ji hev kir destê jin û mêro, Strudirêjo weke dara sûkê, Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê. Siyabend li Xecê vegerand: Xecê, Xeca min a delal, Çawan nebû mirazê min û te, Me ê ji xwe ra li serê sîpanê xelatê, Çêkira konekî rind û delal. Xecê meke, melûrîne, Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne… Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Xecê jî li wir xwe ji zinêr diavêje jêr. Her du li wira dimirin. Lê evîna wan namire…

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu